Em muhafize û muhafizekariya çi dikin?

Dilawer Zeraq

Gengeşiyên di wêjeyê de; yên li ser naverokê, navlêkirinê, têgih(dariy)ê, teşeyê û hwd., her çend mîna avêtina ber hev ya dengbêjan û mîna ya siyasetê deng ji xwe venede jî, di nava xwe de dengên mîna “bayê dîn” çêdikin ku bi guvîna bê re deng li dengan zêdetir dibe û bi wan dengan; naverokeke, kakileke, nanekî pijiyayî ji tenûrê derdikeve.

Serê pêşîn divê bêjim; ev nivîs, dixwaze bibe yek ji wan dengan ku bi bayê dîn re li hev dikevin û pê re jî ev nivîs hewlê dide, bi dengê xwe ve, hevaltî bi dengê nivîsa Şêxo Filîk re bike ku mişt bi pirs û pirsnîşan bû û jixwe ji gelek hêlan ve nivîsê bi xwe bersivên xwe didan.(1)

Di nivîsa ketî behsê de, bi giştî gengeşîkirineke li ser hunera muhafizekar (hêvişkar) heye û wêjeya muhafizekar, di nava vî bayê dîn de li bin guhê hunerên din dikeve.

Hunerên din (yên wekî şano, wêne, peyker û hwd), li bakur, pir nû ne û kartêk û berbelavbûna wan hema bêje piştî sedsala 20an çêbûye; loma jî, em dikarin bêjin, digel muzîkê, yek ji hunera bakur ya herî kevn, wêje ye.

Loma jî, ez ê têgihê wekî “wêjeya muhafizekar” bi kar bînim û pê de biçim.

Têgiha, “wêjeya mihafizekar” ji çend aliyan ve, xwe li me dike arîşe û problem. Ji ber hindê jî, pirsên kitekitî di serê me de çêdibin û em hay jê dibin; wêjeyeke kurdî heye li bakur û hê jî xwe xweşikî pênase nekiriye: Çi ji alî naverokî ve çi ji alî teşeyî ve çi jî ji alî teoriya xwe bi xwe ve. Digel wê jî, di warê pênasekirin û destnîşankirina naverokî û teşeyî de, li ser têgiha “wêjeya mihafizekar”, di serê min de pirs çêdibin û dibêjim, gelo em ji peyva mihafizekariyê;

1. deqbenda (konteksta) dînî fam dikin?
2. naveroka berhemê ya li ser mijarên dînî fam dikin?
3. hişkbûn û mihafezekariya nivîskar ya ji bo fikr û ramana xwe fam dikin?
4. hewldan, reftar û tevlivînên taybet fam dikin ku ramanek, îdeolojiyek, zimanek û çandek ji bo hêvişandina tevdehiya nirxên xwe, dide der?

Helbet, her xwînerek, her nivîskarek dikare li ba xwe van pirsan zêde bike û bigihîje bersiva xwe. Ev mijar, di nava wêjeyê de, wê bi nivîsîn û xwendinê re bigihîje dongiya xwe û ez bawer dikim; qet nebe wê ji bo wêjeya kurdî ya li bakur, li ser têgiha “wêjeya mihafizekar” û li ser hebûn û tunebûna wê, navlê(ne)kirinek çêbibe.

Herçî famkirinên li jor in, ya min ne tu yek ji wan e jî. Ji ber ku her yek di hewana xwe de, ji bo roja îroyîn û di van helûmercên ku kurd tê de ne, arîşedariyekê (problematîk) bi xwe re çêdike. Jixwe yek ji sedema sereke ya nivîsîna vê nivîsê jî ew arîşedarî ye. Loma jî, her sê carên ku min nivîsa hêja Şêxo Filîk xwendin, ez li ser heman dongiyê mam; di nivîsa wî de, “mihafizekariya li ser dîndariya nivîskar û dînîbûna naveroka berhemê” li pêş e û bi vê deqbenda (konteksta) xwe ve giraniya xwe dide hisandin.

Halwe, hem li ser wateya peyva mihafizekirinê (hêvişîn-conservative) hem jî li ser teşeyî û naverokî; wêjeya rastîparêziya sosyalîst jî, wêjeya kemalîst jî, wêjeya binerdî (undergraund) jî, wêjeya teşeparêz jî, wêjeya tevna zanistê jî, hemû jî wêjeyên mihafizekar in. Ji ber ku her yek ji hêlekê ve; ji alî ramana xwe, îdeolojiya xwe, bîrûbaweriya xwe û ji hêla teşeparêziya xwe ve, hin nirxan, ramanan, rabûnûrûniştinan û hêvîyan dihêvişînin (mihafize dikin) di xwe de.

Herçî sekulerî ye, ez li ser wê fikirê me û dibêjim; îro ro, di biwara wêjeyê de, tu pêwendiya sekulerî bi mihafizekarîyê re tune ye ji ber ku “wêjeya rastîparêzîya sosyalîst” jî wekî sekuler tê hesêb lê heta tu bêjî bes “mihafizekar” e.

Îcar, herçî wêjeya kurdî ye; jixwe bi Destpêka Şoreşger ya Cizîrî (2) qalib û qalikên mihafizekariya derveyî şikandiye û berê xwe daye avakirina muhafizekariya hundirî, yanî mihafizekariya xwe. Di dema Cizîrî de, mihafizekariya derveyî, mihafizekariyeke dînî û zimanî (û her wiha neteweyî) ye ku li ser navê zimanê dînî, di medreseyan de zimanê erebî li gelan hatiye ferzkirin û daneyên li ber dest bi me didin zanîn ku ji bilî kurdan tu neteweyek wêjeya xwe ya neteweyî bi temamî nehiştiye li ser zimanê erebî. Loma jî, ji ber wê mihafizekariyê ye ku bi qasî 800 salan, heta rabûna şoreşger ya Cizîrî, berhemeke kurdî -ya li ber dest- tune ye.

Cizîrî, bi nivîsîna bi kurdî, bi derblêdana xwe ve, du mihafizekarî şikandine; 1) dînî, 2) zimanî (erebî). Li ser van derblêdanên xwe yên şoreşger, mihafizekariyeke din ava kiriye; li ser hîm û neteweya kurd, zindîkirin û geşkirina zimanê kurdî û çand û hiş û feraseta kurdî: yanî mihafizekariya hundirî. Rast e, di berhema Cizîrî de, hêmanên dînî jî xuyanî ne, lê belê ev yek ne tengiyê, lê belê dorfirehî, naverokfirehî û bîrfirehiya wêjeya kurdî û mihafizekariya wê dide der.

Ji Cizîrî heta roja îroyîn jî, her yek nivîskarek, her yek wêjekarek kurdî, çi kiribe, çi dike û wê çi bike jî, ew ê heman tiştê ku Cizîrî kiriye, bike; hêvişkariya (mihafizekariya) ziman, netewe, çand, rabûnûrûniştin û bîrûbawerîya bi kurdî.

Roja îroyîn; wêjeya kurdî, ji Cizîrî û bi vir ve ye jixwe hêvişkar e.(3)

Ez jî, tu jî, hûn jî, em hemû jî; wekî wêjekarên vî zimanî, bi vê hêvişkariya şoreşger ya Cizîrî xwedî bûne û li ber çoka hêvişkariya wî mezin bûne.

Gelo êdî em ê çi mihafize bikin û mihafizekarîya çi bikin?

1 – https://botantimes.com/hunera-muhafazakar-ji-demariye-ye/

2 – https://www.blogger.com/blog/post/edit/8716037841999159328/3512864527840207625

3 – ez li ser wê fikrê me; hinekî jî erebîbûna peyvê (mihafizekirin-mihafizekarî) berê me dide deqbenda dînî ji ber ku ziman hişekî çandî û ferasetî jî çêdike. Loma jî, ez ji bo vê têgihê, wekî “hêvişandin-hêvişkar(î)” pêşnîyaz dikim da ku ew hişê me ji çanda erebî biqete û em karibin xweşikî li ser “hêvişkarîya xwe ya hundirî” hûr bibin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

x